Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê piştgirî da banga yekîtiya netewî ya rewşenbîr û hunermendan.
Komîteyê diyar kir ku înîsîyatîfên rewşenbîr û hunermendan ji bo çand, ziman û yekîtiya netewî gavên dîrokî ne.
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê der barê Însiyatîfa yekîtiya netewî ya hûnermend û rewşenbîrên Kurd ku berî demekê li Ewrûpayê ava kiribûn daxuyanî da û ev weke gaveke dîrokî nirxand.
Komîteyê bal kişand ser êrîşên topyekûn yê li dijî hebûna gelê Kurd û diyar kir ku ya faşîzma dewleta Tirk têk bibe, êrîşên dagirkeran yên li ser Kurdistanê pûç bike û Kurdan ji qirkirinê biparêze yekîtiya gelê Kurd e.
Komîteyê di daxuyaniyê de hûnermend û rewşenbîrên Kurd yên ji bo yekîtiya Kurdî li hevkombûn silav kir û weha got;
“Di pêvajoyeke wisa de Însîyatîfa Rewşenbîr û Hunermendên Kurd û hewildana tora çandî û ziman ya Bakûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî gaveke dîrokî ye.
Em hêvîdar in ku ev inîsîyatîf heta ku yekîtiya netewî pêk were dewam bike û xurt bibe.”
Tevgera Çand û Hûnerê ya Demokratîk a Kurdistanê da xuyakirin ku ew ê bi coşeke mezin piştgiriyê bidin vê helwesta hunermendan ya bi rûmet.