Îran..Tahranê bi merasîma leşkerî hêza xwe nîşan da

Îranê di “Roja Artêşê ya Netewî” de, dron û hêza xwe ya leşkerî nîşan da. Di merasîma li Taharanê de, li dijî Îsraîlê hêrsa Îranê derket pêş.

Doh li paytexta Îran Tahranê merasîmeke leşkerî hate lidarixistin û “Roja Artêşê ya Netewî” hate pîrozkirin.

Di merasîmê de, dron li ser barhigiran hatin danîn û Tahranê hêza xwe nîşan da.

Tevî çekên leşkerî gelek germandarên di asta bilind ya artêşa Îranê de amade bûn.

Di merasîmê de sloganên hêrsa Îranê li dijî Îsraîlê nîşan dide hatin nivîsîn.

Back to top button