Li navçeya Şêrewa ya Efrînê wargeheke din ji malbatên çeteyan re tê avakirin

Ji bo sepandina plana guhartina demografiya Efrînê, dagirkeriya Tirk bi lez wargehan ji çeteyên xwe re ava dike. Bi destekdayîna rêxistina ” Ixwan El-Muslimîn ” dagirkeran li navçeya Şêrewa wargehek din ava dike.

Li Efrîn û Bilbilê jî çeteyan 225 darên zeytûn û hinaran birîn.

Ji bo pêkanîna plana guhartina demografiya Efrîn, dewleta Tirk a dagirker wergehan ji malbatên çeteyan re ava dike.

Li navçeya Şêrewa, dagirkeran wargeheke din ji malbatên çeteyan re ava dike.

Wargeh ku di bin çavdêriya çeteyên bi navê ” Meclisa Xwecihî yê Efrînê” tê avakirin, ji 300 avahî pêk tê.

Li gorî Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî, wargeh ji hêla Komeleyeke girêdayî Rêxstina ” Ixwan El-Muslmîn” tê avakirin.

Beriya du rojan Rêxistinê ragihandibû ku ji bo avakirina wargehan, dagirkeriya Trik û çeteyên wê erdên şêniyan desteser kirin.

Li navçeya Şiyê, çeteyan 39 hezar metreçargoşe ji erdên heft malbatan desteser kir.

Ew wargehê bi rêya rêxistineke Tirkî û bi destekdayîna Qeterê dê 200 avahî werin avakirin.

Her weha li derdora çiyayê gundê Hec Hesno yê Cindirêsê wargehek ava kir.

Dagirkeran di wargehê de dê nêzî 250 avahî lêbike.

Rêxistinê diyar kiribû ku dagirekriya Tirk malbatên çeteyên ku bi rêya peymanên herêmî û navneteweyî anîne, dê di van wergehan de bi cih bike.

Li navçeyên Bilbilê û Efrînê 225 darên zeytûn û hinarê hatin birîn

Li aliyekî din, ji bo bazarganiya êzingan çeteyên dagirkeriya Tirk 225 dar li navçeya Bilbilê û Efrînê birîn.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan li gundê Şêxûrzê û Uka 105 darên zeytûnê yên şêniyên b navê Mihemed Ehemd û Mihemed Deda birîn.

Li gundê Xelnêrê yê Efrînê çeteyan 80 darên zeytûnê yên Malbata Qaqo birîn.

Her wiha li gundê Tirindê 40 darên Hinarê yên şêniyê bi navê Xalid Qido hatin birîn.

Ji destpêka dagirkirinê, çeteyan zêdetirî 500 hezar darên curbicur li Efrîn û navçeyên wê birîn.

Back to top button