Myanmar..Di nava artêşa darbekar û komên nîjadî de şer derket 5 leşke hatin kuştin

Li Myanmarê ku ji 1’ê Sibatê ve bi darbeyê tê birêvebirin, metirsiya heyî hîn zêdetir dibe. Di encama şerê navbera artêşa darbekar û koma nîjadî ya Artêşa Serbixwe ya Kachînê (KIA) de 5 leşkerên artêşê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya malpera The Irrawaddy, li herêma bakurê Myanmar a eyaleta Kachînê di navbera komên nîjadî û artêşa darbekar de şer derket.

Şerê ku 16’ê Nîsanê despêkirî, heta doh jî dewam dikir.

Berdevkê KIA ragihand ku di encama şerê li bajarokê Sumprabun de 5 leşkerên artêşa darbekar hatine kuştin.

Berdevk dazanîn ku li herêma şer nêzî 30 leşker hebûn.

Lê têkildarî kuştiyên Artêşa Serbixwe ya Kachînê (KIA) di agahî parvenekir.

Artêşa Serbixwe ya Kachînê (KIA) yek ji 20 komên çekdar yên li welatin ku li dijî artêşa darbekar derketin û soza parastina xwepêşandêran ji artêşê dabûn.

Di vê navberê de, bîlançoya xwepêşandêrên di encama zextên artêşa darbekar de hatine kuştin 730 derbas kir.

Back to top button