Şêniyên gundewarê bakurê Dêrazorê bi meşekê gotin, ajnîdeyên derve li pey bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê bûn.
Şêniyan her wiha piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman.
Şêniyên gundewarê bakurê Dêrazorê bi meşekê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re nîşan da.
Endamên saziyan, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran jî di nav de şênî ji bakurê Dêrazorê heta navenda bajarokê Siwer meşiyan.
Li wir, bi navê rûspiyên eşîrên bakurê Dêrazorê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Dema dawîn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê fîtne û komployeke hat meşandin.
Ev komplo bi destê hin aliyên dijber hat amadekirin û armanca wan ew bû fîtne û tevliheviyê li herêmê derxin.
Hate diyarkirin ku bi saya hişyarbûna hemû aliyên leşkerî û sivîl û bi saya berxwedana QSD’ê ev komplo bi hevgirtinekê hat têkbirin.
Şêniyan got, tu destwerdana ji derve û hundir qebûl nakin.



