Dezgeha Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand, îro di encama hin operasyonan de li parêzgeha Diyale 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Di çarçoveya tunekirina liv û tevgera Çeteyên DAIŞ’ê hêzên Iraqê operasyonên xwe didomînin.
Dezgeha Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê têkildarî girtina hin çeteyên DAIŞ’ê ya li parêzgeha Diyale daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin :
Di çarçoveya rêze operasyonên hêzên wan ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de wan 5 çeteyên DAIŞ’ê ku wek du koma bûn, li parêzgeha Diyale girtine.