Çalakiyên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê jî berdewam dikin.
Berxwedana Nasir Yagiz 3 meh li pey xwe hişt.
Çalakiya Endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz ket roja 90’î de.
Her ku diçe di aliyê tenduristî û fizîkî de rewşa Yagiz giran dibe.
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Abid Îke têkildarî rewşa Yagiz axivî û got:
“Yagiz di rabûn û rûniştinê de zehmetiyan dikişîne.
Heta derengiya şevê ji ber êşa serî û mîdeyê nikare raze.
Di dema razanê de pirsgirêkên cidî dijî û carnan nikare xew bike”.
Abid Îke têkildarî moral û coşa Nasir Yagiz jî got:
“Di aliyê bawerî, moral û dilsoziya bi Rêber Apo re bi biryar e.
Duh endama Meclîsa Îştar Fedîle Tok ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan mehek e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye serdana Nasir Yagiz kir.