DIRÊJTIRÎN ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 103’YAN DE YE

Dirêjtirîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di dîroka tekoşîna azadiya Kurdistanê de ya Leyla Guven, dewam dike..

Parlementera HDP’ê Leya Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 103 roj in , di çalakiyê de ye.

Leyla Guven ku di dewama çalakiya xwe de bi israre dibêje,

Ya ku min li ser lingan dihêlê berxwedana zîndana ye.

Di dîroka têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê de, yek ji çalakiyên berxwedanê ku bandora xwe li her kesî kir çalakiya Mazlum Dogan a Rojiya Mirinê ya mezin ku 14’ê Tîrmehê destpê kir.

Niha Kurd careke din li hemberî hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk bi rêbazên cuda têkoşîn dikin û berxwedana xwe bilintir dikin.

Parlementera HDP’ê Leyla Guven 8’ê Mıjdara 2018’an bi rêya dimen beşdarî danişînê bû ragihand ku ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan were şikandin ew dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike.

Hikumeta Faşîst a AKP’ê dema ku dît çalakger di armanca xwe de bi biryarin, vê carê ket pey rêbazên demderbaskirin û iqnakirinê.

Bi vê armancê di 12’ê Çile de li daireyên tirkiyê betlaneye, birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kin da kirin.

Guven diyar kir ku bi dîtina 15 dk yan tecrîd naşikê û çalakiya xwe dewam kir.

Guven a ku di girtîgehê de tenduristiya wê nebaş dibû, di 25’ê Çile hat de berdan.

Lê disan li male çalaki dawam kir.

Îro çalakiya Leyal Guven di roja 103’yan de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de didome.

Tenduristiya Guven di roja 98’an de giran bû û rakirin nexweşxaneyê.

Lê Guven tedawî red kir û disa şandin mala wê.

Leyla Guven gêş dibe, vedirşe, sînga wê hişk bûye û êdî ronahîyê jî tehmûl nake.

Ji aliyekî din ve çalakiyên piştevaniyê bi Leyla Guven re her roj zêde dibin.

Herî dawî 20 wekîlên jin ên Alman, bi deklarasyonekê piştgirî dan Guven.

Guven, di roja 100’emin de peyam da û got:

Ya ku min li ser piyan dihêle berxwedana zindanan û berxewdana bi pêşengtiya jinan e.

Pistgiriya bi Guven re li Zindanan geş bû niha li kurdistan û derveyî welat bi berxwedaniyek xurt ji aliyê sedan kesî ve tê meşandin.

Leave a Reply

Back to top button