Li Pakistanê teqîn: 11 Kesan jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Xeyber Baxtunxwa ya dikeve bakur rojavayê Pakistanê, di wesayîtek ya karkeran de teqîn çêbû û 11 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gor meyda Pakistanê, vê sibehê li parêzgeha Xeyber Baxtunxwa ya dikeve bakur rojavayê Pakistanê, mayînek di jêr wesayîta karkeran de teqiya.

Di encama teqînê de 11 karkeran jiyana xwe ji dest dan û hin karker jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyek berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji sala borî ve li deverên cûda yên Pakistanê êrişên çekdarî zêdebûne û çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya hin ji wan êrişan girtine ser xwe.

Back to top button