Jinên ciwan têkildarî rêxistinkirina jinan komxebatek li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê der barê şerê taybet û girîngiya rêxistinkirina jin û ciwanan komxebateke li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê li dar xist. 

Di komxebatê de nirxandinên Rêber Apo ên der barê rola jinan di civakê de, berxwedan û girîngiya birêxistikirina wan de hate xwendin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjîn Ebdî yê nirxandin xwend, got:

”Rêber Abdullah Ocalan dibêje; divê êdî jin bi azadiyê çavên xwe ronî bike, ew jinê ku di dirêjahiya dîrokê de navê koleyê lê hat kirin.

Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê ava bûn jinan xwe îsbat kirin û bûne pêşeng.

Piştre jinên ciwan zewicandina zarokan û xetereya madeyên hişbirê ku beşek ji şerê taybet e nîqaş kirin.

Hate gotin, ji bo pêşîgirtina li ber belavbûna hişbir divê ciwan hişyar bin û xwe birêxistin bikin.

Her wiha divê malbat hay ji zarokên xwe hebin û wan perwerde bike.

Piştre sînevîzyonek li ser berxwedana jinan û ya gerîla hat pêşandan.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/jinn-ciwan-tkildar-rxistinkirina-jinan-komxebatek-li-dar-xist-h77506.html

Back to top button