Talîbanê dergehê sînor yê navbera Efxaistan û Pakistanê kontrol kir

Bi germbûna şerê li Efxanistanê re, çekdarên Talîban xwe lî sînorên welat berfireh dikin.
Talîbanê ku hêza xwe daye ser kontrolkirina dergehên sînor, herî dawî deriyê li gel Pakistanê kontrol kir.
Moskowa jî ji rewşa li Efxanistanê bifikare.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov jî têkildarî rewşa dawî bi hempîşeyê xwe yê Pakistanî Qureyşî re axivî.

Li Efxanistanê şerê herî dijwar yê nava 20 salên dawiyê pêk tê.

Tevgera Talîbanê ku bi vekişîna hêzên biyanî ku 1’ê Gulanê destpê kirî re oparasyonên xwe li ser herêmên stratejîk zêde kiriye.

Di nava demên dawiyê de Talîbanê hemû hêza xwe daye ser kontrolkirina dergehan.

Tevgera Talîban îro daxuyakirin ku deriyê sînor ê sereke yê di navbera Efxanistan û Pakistanê de yê bi navê Spîn Buldek Çemen yê dikeve başûrê wîlayeta Qendeharê kontrol kirine.

Berpirsekî ewlehiyê yê Pakistanê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji Ajansa Reutersê re ev piştrast kir.

Berpirs ragihandiye ku çekdarên Talîban ala fermî ya Efxanistanê li ser deriyê sînor aniye xwarê û ala xwe li şûna wê hildane.

Tevgera Talîban ku roj bi roj pêş dikeve, heta niha deriyên sînor ên li gel Tacistanê, Îran û Uzbekistanê kontrol kiriye.

Herwiha yasaya tund a bi navê ‘Îmareta Îslamî’ ferz dike.

Moskov ji ber rewşa Efxanistanê bi fikar e.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya û pakistanê li Tacekîstanê civiyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rewşa Efxanistanê bi Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureşî re gotûbêj kir.

Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtina navbera aliyan, di cîvîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghay (SCO) ya ku li Paytexta Tacekîstan Duşanbe pêk hat de civiyan.

Di civînê de, hate gotin rewşa Efxanistan û mijarên herêmî û navneteweyî jî hatin nîqaş kirin.

Herdu aliyan teqezî li ser pêwistiya hevkariya hîn zêde kirin.

Her wiha Nûnerê serokê Rûsya yê taybet bi Efxanistanê û rêveberê beşê Asya ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zamir Kabulov bi daxuyaniyeke çapemeniyê wiha got:

“Rûsya ditirse ku endamên DAIŞ`ê tevlîheviya ji ber şerê li bakurê Efxanistanê bi kar bînin.

Ev mijar ji bo me gelek girîng e.”

Rûsya li Tacekîstan ya cîranê Efxanistanê dest bi tetbîqata leşkerî kir

Di vê navberê de, li gorî daxuyaniya navenda artêşa Rûsya, hêzên wan li Tacekîstanê dest bi tetbîqatek leşkerî ya berfireh kiriye.

Back to top button