Piştî Şaredariya Berlîn a Almanyayê û şaredariya Dêrikê ya Rojava peymana dostaniyê muhrkirin, vê carê şaredariya Kobanê û ya Herford peymana dostaniyê muhrkirin.
Li bajarê Herford yê Almanyayê demek berê Înîsîyatîfa Hevkariyê ya Herford-Kobanê hatibû avakirin.
Yekîtiya Sendîkaya Almanan , Sendîkaya Zanist û Perwerdehiyê û gelek saziyên Kurd û Elman di nav însiyatîfê de cih digirin.
Ji bo avakirina pira di navbera Herford û Kobanê de gav hatibûn avêtin.
Projeya hevkariyê çend roj berê pêşkêşî Meclîsa Şaredariya Herfordê hate kirin û hate qebûl kirin.
Ji bilî partiya rastgir a AFD’ê hemû endaman ji bo projeyê dengê ‘erê’ dan.
Şaredariya Herfordê ji bo bicihanîna pêdiviyên Kobanê wê alîkariyê pêşkêş bike.
Di navbera şaredariya Dêrikê û navçeya Frîedrîchshaîn-Kreûzberg a Berlînê de jî hepeymana dostaniyê hatibû îmzekirin.
Îro wê peymana dostaniyê di navbera şaredariya Dirbêsiyê û bajarê Girînya yê Parîsa paytexta Fransayê de were mohir kirin