Di Mîhrîcana Osman Sebrî ya îsal de tenê wê roman bên qebûl kirin

6. Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî û Kurdistanê, wê 11 Cotmehê pêk bê, ji bo wê jî amadekarî tên kirin.

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi amadekariyên lidarxistina mîhrîcana Osman Sebrî radibin.

Endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef eşkere kir ku îsal wê tenê roman bên qebûlkirin û divê gotinê wê ne zêdetirî 2 hezar gotinî be.

Ebdulmecîd Xelef her wiha da zanîn ku divê temenê beşdar ne kêmî 18 salî be û wê deriyê tomarkirinê heta 20’ê Tîrmeha 2022’an vekirî be.

Osman Sebrî helbestavan, nivîskar zimanzan û siyasetmedarekî Kurd bû û sala 1993’yan de koça dawî kiriye.

Back to top button