Xizmnên Enfaliyan: Dewleta Tirk dîroka sedam hisên dubare dike

Li Başûrê Kurdistanê jî bertekên li dijî dagirkeriya Tirk û Hevkariya PDK’ê didome.
Xizmên qurbaniyên enfaliyan diyar kirin ku Dewleta Tirk dîroka Sedam Hisen dubare dike.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de, xizmên qurbaniyên Enfaliyan ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Kurê yek ji qurbaniyên enfala Celemordê Hîwa Celemord destnîşan kir ku dewleta Tirk dîroka Rejîma Baasê dubare dike, dixwaze jenosîtan pêkbîne û got:

“Çawa weke enfalên Sedam li gelek bajarên Kurdistanê li beramberî me çekên kîmyayî hatin bikaranîn, bi heman awayî dewleta Tirk êriş li ser herêmên Qendîl, Şengal û Rojava pêktîne.”

Hîwa Celemord bang li hemû hemû aliyên siyasî yên kurdî kir ku li dijî planên Tirkiyê bibin yek dest.

Helbestvan Tahîr Seîd jî bi helbestekê piştgirî da gerîlayên azadiyê û dijberiya xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan kir.

Back to top button