MSD: Divê Komkara Erebî êrîşên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê rawestîne

Ji bo bidawîkirina êrîşên dewleta li ser xaka Sûriyê, MSD’ê ji komkara welatên Erebî, ya ku îro ji bo rewşa dawî ya herêmê dicive, xwest ku hêzên navnetewî û herêmî bi lezgînî bixe nava tevgerê..

“Divê hêzên navnetewî û herêmî bi piştgiriya Komkara welatên Erebî, ji bo rawestandina êrîşên domdar ên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lezgînî bilive.”

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD, ev bang li wezîrên erebe yên ku îro li Qahîra paytext a Misirê civînek awaret li dar dixe kir û teqezî li ser pêkanîna biryarên komîteya wezareta erkdar bi deswerdanên Tirkiyê li herêmê jî, kir.

MSD: Dewleta Tirk fersendê ji helwesta hin dewletên Ereb digire

Ev peyama MSD’ê ku li ser zimanê Nûnerê wê li Misirê Sîhanok Dîbo hat dayîn, girêdana MSD’ê bi rêya çareseriya aloziya Sûriyê, dûrî destwerdanê derve, teqez kir.

MSD’ê îşaret bi biryar û helwestên Ereban der barên êrîşên dewleta Tirk de kir û got:

“Dewleta Tirk helwestên hin dewletên endam li ser biryara berdewamkirina êrîşan bi bihaneyên bê bingehe fersend girt.

Îro jî bi rêya serdanên xwe bo hin dewletên Erebî, sûcên xwe li Sûriyê û herêmên di nava plana wê ya dagirkirinê de berdewam dike.”

MSD: Bi bêdengiya navnetewî, DAIŞ ji nû ve zindî dibe

Li kêleka êrîşên dagirkeriya Tirkiyê, zindîbûna DAIŞ’ê jî, di peyama MSD’ê de cihê xwe girt.

MSD’ê destnîşan kir ku di encama êrîşên Tirkiyê de, DAIŞ’ê çalak û zindî dibe, ev yek jî bi bêdengiya navnetewî li hemberî sûcên Tirkiyê der heqê gelên Sûriyê de, pêk tê.

Herî dawî Malpera el-Monitor a Amerîkî bi raporekê teqez kiribû ku dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê careke din ji nû ve zindî bike, ku hîna jî Enqereyê piştevaniya derayî ji bo çeteyên DAIŞ’ê bi dawî nekiriye.

Wezareta Gencîneya Amerîkî jî heman tişt berî niha bi bîr xistibû.

MSD: Divê Komkara Erebî piştgiriya danûstandinên Kurdî bike

Meclisa Sûriya Demokratîk dawiyê, îşaret bi danûstandinên Kurdî kir ku beşekî danûstandina niştimanî Sûrî ne, lê Tirkiyê hewl dide têk bibe û komkara welatên Erebî xwest ku piştgiriya wê bike, ji ber wê encamên wê ji bo gelên Sûrî erênî be.

Back to top button