HPG’ê nasnameya du gerîlayên ku li Qelqeliya Wanê şehîd bûne, eşkere kir.
Di serî de ji malbatê şehîdan re, HPG’ê sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz re xwest û got:
Hevrê Şoreş û Deyndar yê zarokê gelê me yê Rojava û Rojhilat hemû jiyana xwe fedayê doza azadiya gel kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevreyê wan Şoreş û Deyndar li navçeya Qelqelî ya Wanê şehîd bûne û wiha got:
31’ê Tebaxa 2023’an di navbera hevrêyên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.
Di saetên sibehê de dijmin hewl dida ku cihê hevrêyên me lê ne, dorpêç bike.
Hevrêyên me bersiva dijmin dan û şerekî qiran qewimî.
Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê cihê ku her du hevrêyên me lê ne bi saetan bombebaran kir.
Di encama vê yekê de hevrêyên me Şoreş û Deyndar şehîd bûn.
HPG: Hemû jiyana xwe fedayê doza azadiya gel kirin
Bi domdarî HGP’ê bal kişande ser ked û fedakariya şehîd Şoreş û Deyndar û got:
Ev zarokên hêja yên gelê me yê Rojava û Rojhilat hemû jiyana xwe fedayê doza azadiya gel kirin.
HPG’ê da zanîn, hevreyê wan di nava têkoşîna azadiyê de bûn xwedî meşeke bêyî teredut û wiha dewam kir:
Berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê mezin kirin û tevlêkariyên girîng kirin.
Di her şer û mercên zehmet de li ber xwe dan û şer kirin.
Ji wezîfe heta wezîfeyê, ji çeper heta çeperê bi hezkirinek mezin, bi coş xebat meşandin.
Her wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serkeftî anîn cih.
Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê agahîyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Şoreş Berxwedan
Nav û Paşnav: Nebî Ahmed
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik: Sûltan
Navê Bav:Mûhammed
Cih û dîroka şehadetê: 31’ê Tebaxa 2023’an / Wan
Nasnav: Deyndar Xalit
Nav û Paşnav: Îsmaîl Şûcaî
Cihê ji dayikbûnê: Kotol
Navê Dayik: Bacî
Navê Bav: Nadir
Cih û dîroka şehadetê: 31’ê Tebaxa 2023’an / Wan