Eşîrên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê berxwedana QSD′ê silav kirin û gotin: “Em bi QSD′ê re ne ku ji bo azadiya vî welatî û ji bo parastina gelê herêmê têdikoşe.”
Şêx û rûspiyên eşîrên navçeya Til Birakê li ber avahiya meclisa navçeyê kom bûn û bi daxuyaniyekê spasiya QSD′ê kir.
Rûspiyan li ser operasyona QSD′ê ya ′Xurtkirina Ewlehiyê′ gotin:
“Hinek aliyên derve wekî dewleta Tirk a dagirker hewl dan sûdê ji bûyerên li Dêrazorê bigirin da ku fitneyan derxin û hinek eşîran li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî sor bikin.
Em ê bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî bin.
Em destekê didin azadiya gelan û yekitiya xaka welat. Em li dijî fitneyan ne.
Di dawiyê de bang li tevahî eşîran hate kirin ku bibin yek û ji hewldanên fitneyan dûr bikevin.