Gelo hin dezgehên ragihandinê yên PDK’ê ji aliyê MÎT’ê de tên birêvebirin?

Dema mirov li nûçe an jî manşetên hin dezgehên ragihandinê yên bi ser PDK’ê dinêre ti ferq û cudahiya di navbera wan yên AKP’ê de nabîne. Bi temamî di çarçoveya şerê taybet û li dijî berjewendiyên gelê Kurd e.
Manşetên ku îro hatin avêtin jî mînaka vê yekê ye.

Di van demên dawiyê de hin dezgehên ragihandinê yên bi ser PDK’ê weke ku li Tirkiyê ne û bi ser AKP’ê ne weşanê dikin.

Weşanên wan jî di çarçoveya şerê Taybet de û bi temamî li dijî berjewendî û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Weke ku ew ne li başûrê Kurdistanê û ne li Hewlêrê ne, lê li Enqere û Stenbolê ne weşanê dikin.

Lê di rastiyê de dema Kurd mijara gotinê bin ji bo dewleta Tirk ti ferq û cudahiyeke mezin di nava hêzên Kurd de nîne.

Em dûr neçin, Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25’ê Îlona sala 2017’an mînaka herî şênber a vê yekê ye.

Gelo PDK xwedî bîr û hişekî masîyane tiştan zû ji bîr dike û an jî tenê ji bo berjewendiyên xwe û dijminatiya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi vî rengî tev digere.

Gelo PDK çima ewqas evîndarê celadê xwe ye ku ew celad rojane şûr li ser stuyê gelê Kurd dihejîne.

Manşetên ku hîn dezgehên ragihandina bi ser PDK’ê avêtin bi yek gotinê “Sosret” bûn. Kesên ku li van manşetên hatibûn avêtin binêrin wê yeqîn nekin ku ev manşet ji aliyê dezgehên ragihandinê yên Kurd de hatine avêtin.

Hinek kes û derdorên cehş û tirşikçî yên bakurê Kurdistanê bi vî rengî tevbigerin dibe ku heta cihekî wate bê dayîn. Lê dema li parçeyekî Kurdistanê yên din ev yek bê kirin, nayê fêhmkirin.

Derbarê salvegera darbeya çêkirî ya ku Erdogan ji bo mayîndekirina desthilata xwe 15’ê Tîrmeha 2016’an de pêk anî di hin dezgehên ragihandinê yên bi ser PDK”ê de bû manşet.

Lê zimanê ku hatiye bikaranîn weke ku ew dezgehên bi ser AKP’ê ne mirovan matmayî dihêle.

Ev jî vê pirsê di serê mirovan de ava dike; Gelo PDK ber bi kuderê ve diçe û ji bo pêşeroja Kurdistanê wê bibe sedema xeteriyeke çawa?

Back to top button