Xwepêşandanên Rojhilat û Îranê di roja 42’an de didome

Serhildanên Rojhilatê Kurditan û Îranê 40 roj li peyxwe hişt.
Ev serhildna her ku diçe ber bi ragihandineke şoreşeke nû ve diçe.
Doh li paytexta Komara Kurdistan Mahabatê çalakvanan saziyên qeymeqamtî, Walîtî, Qeregol û gelek avahiyên rejîma Îranê bidestxistin.
Li rojhilatê Kurdistanê şoreşeke weke Rojava li ber derî ye.

Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 42’an de didome.

Doh paytexta Rojhilatê Kurdistan Mihabat bi dirûşma “Jin jiyan azadî” gel li qadan bûn.

Lê rejîma faşîst a Îranê êrişê girseyêkir û di encamê de ciwanek şehîd ket û 25 kes jî birîndar bûn.

Şêniyên mihabatê piştî merasîma ciwanê hate şehidxistin, berê xwe dan avahiyên dewletê û ji wan gelek şewitandin.

Xelkên Mahabatê bi vê yekî re jî sînordar neman berê xwedan avahiya Walîtiya Mihabatê û bidestxistin

Gelek saziyên Mihabatê ji aliyê çalakvanan ve hatin rizgarkirin

Piştî saziya qeymeqamtî, walîtiyê gel navenda muhafizên şoreşê yên rejîma îranê jî bidestxistin.

Di encam de leşkerên navenda muhafizan çekên xwe radestikirin û fermandarê navendê ji aliyê çalakvanan ve hate bêbandorkirin.

Doh şev gelek navendên rejîma îranê ji aliyê çalakvanan ve hatin rizgarkirin û çalakvanan heta sibê bi pêxistina agir nobet girtin da ku destkeftiyên xwe biparêzin.

Li rojhilatê Kurdistanê şoreşeke weke Rojava li ber derî ye.

Back to top button