MSD, HDP û gelek partîyên din yên Rojava jî bi daxuyaniyên cuda salvegera 8. a şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi daxuyaniyekê şoreş pîroz kir û got,
“Bi saya vê şoreşê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê guherî.
Tevî kêmbûna derfetan lê gelek destketî hatin bidestxistin.”
MSD’ê bang li her kesî kir ku li ber hewldanên dagirkirina xaka Sûriyê rabin.
PAJK, HDP û partîyên din yên rojava salvegera şoreşê pîroz kirin
Koordînasyona PAJK’ê, HDP’ê, Partiya Kesk a Kurdistanê û Partiya Aşîtiya Demokratîk a Kurdistanê jî bi daxuyaniyên cuda salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Di daxuyanîyan de hate gotin ku wê bi têkoşîna aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn pirsgirêk bên çareserkirin. Her wiha hate gotin şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê bûye modeleke girîng.