Zanyariyên dawî li ser rewşa Zeyneb Celaliyan û Suheyla Hîcab

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê raporek li ser rewşa dawî ya her dû girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan û Suheyla Hîcab belav kir. Di raporê de hate diyar kirin ku her du di çalakiya girava birçîbûnê de ne û rewşa wan xirabe.

Di rapora Tora Mafên Mirov de hate xuyakirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya Suheyla Hîcab di roja 32’an de li girtîgeha Qer-çek berdewame.

Rê nayê dayîn bi telefonê li gel malbata xwe bi axive.

Her wiha hate gotin, tevî nîşaneyên vîrûsa korona li gel Suheyla Hîcab peyda bûne, lê nayê derman-kirin.

Di raporê de li ser rewşa Zeyneb Celaliyan jî hate gotin, Zeyneb Celaliyan roja 25’ê Hezîranê veguhestine hucreya take-kesî ya girtîgeha Kirman.

Heya niha sedema veguhestinê ji malbata Zeyneb re nehatiye gotin û destûr nayê dayîn li gel malbata xwe de hevdîtinê pêkbîne.

Di raporê de hate diyarkirin dibe ku piştî veguhestina Zeyneb a ji bo girtîgeha Kirman jî Zeyneb hîna di greva birçîbûnê de be.

Back to top button