Tirkiye, çeteyên li Efrînê ji bo şerê li dijî Ermenîstanê dişîne Azerbeycanê

Dewleta Tirk dagirker piştî çeteyên xwe ji Sûrîyê şand Lîbyayê niha jî çeteyn li Efrînê dişîne Azerbeycanê da ku li dijî Ermenîstanê şer bikin.

Rêxistina Mavê Mirovan a Efrînê ragihand ku istixbarata dewleta Tirk ji bo tevlîkirina çeteyan di şerê dijî dewleta Ermenistanê dest bi tomarkirina navan kir.

Li gorî rêxistinê, istixbarata dewleta Tirk hewl dide çeteyên Turkman bişîne Azerbeycanê.

Her weha rêxistinê piştrast kir ku istixbaratê 2500 Dolar weke mûce mehane pêşkêşî çeteyan kir.

Di vê çarçoveyê de jî, Malpera Afrinpost ragihand ku artêşa Tirk, nivîsgehek ji bo tomarkirina navê çeteyên xwe yên ku wê bişîne Yemenê jî, vekir.

Back to top button