YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya şervanê xwe şehîd bûye ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyand ku şervanê wan Agir Kobanê ( Zekeriya Cimo) di 11’ê Îlonê de di encama qezayeke perwerdeyê de şehîd bûye.

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Agir Kobanê, di demekê de li dijî şoreşa Rojava û bakurê Suriyê êrîşên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn tev li refên têkoşînê bûye. Bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar bû xwedî sekneke pêşeng.

YPG’ê sersaxî ji malbata Agir Kobanê re xwest û diyar kir ku ewê xeyalên şehîdan pêk bînin.

Nasnameya şehîd wiha:

Zekeriya Cimo bi nasnav Agir Kobanê li Kobanê ji dayîk bûye di 11’ê Îlona 2020’an de li Hesekê şehîd bû.

Back to top button