Xan: Pakistan wê ti bingehekê nede DYA da ku li dijî Efxanistanê bikar bîne

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan diyar kir ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkî ji Efxanistanê, ew ê ti bingehekê nedin DYA da ku li dijî Kabûlê oparasyonan pêk bîne.

Îmran Xan di hevpeyvîna ji bo bernameya “Axios on HBO” ya HBO de helwesta Pakistanê ya di derbarê karanîna baregehên leşkerî de careke din piştrast kir.

Xan diyar kir ku ew ê rênedin ku ji Pakistanê li dijî Efxanistanê bingehek wan ya leşkerî were bikaranîn û wiha got:

Piştî vekişîna DYA ji Efxanistanê, bi ti awayî em ê destûr nedin ku Rêxistina Îstîxbaratê ya Amerîkayê (CIA) li bingehên me oparasyonên li dijî Kabûlê birêve bibe.

Xan hikumetên beriya rêveberiya xwe ya 2018’an jî li ser mijarê rexnekirin ku rê dan DYA li dijî Efxanistanê bi dronan êriş pêk bîne.

CIA Tîrmeha 2018’an, dema Han di hilbijartinê de bi ser ket, êrişa xwe ya herî dawî ya drone li ser axa Pakistanê pêk anî.

CIA li dû vekişîna leşkerên Amerîkî li awayên nû digere da ku karîna operasyonên gengaz yên xwe li Efxanistanê biparêze.

Rêveberê CIA William Burns ji ber pirsgirêka bingehîn di Gulanê de serdana Pakistanê kiribû.

Burns, ku dixwest di derbarê pirsgirêka bingehîn de bi Serokwezîr Han re hevdîtin bike, lê ev daxwaz hatibû red kirin.

Back to top button