Şêniyên Hacîava ya Başûrê Kurdistanê piştgirî dan pêngava PKK’ê

Li Başûrê Kurdistanê pêngava komkirina îmzeyan ji bo piştgiriya PKK’ê dewam e.
Li bajarokê Hacîava ya Raperînê di çarçoveya pêngava îmzeyan derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên qedexekirî’ de, îmze hatin komkirin.

Komkirina îmzeyan bi pêşengtiya Tevgera Azadîyê doh êvarê bi rê ve çû.

Şêniyên bajarokê Hacîava eleqeyeke mezin nîşanî pêngavê dan.

Ev pêngav berî niha bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûna 2021’an de hat destpêkirin.

Armanc jî komkirina 4 milyon îmzeyî ye.

Back to top button