Artêşa dagirker gundê Til Leben ê Til Temirê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişê herêmê dike.
Artêşa dagirker doh careke din gundewarê Til Temirê topbaran kir.

Doh êvarê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Leben ê dikeve başûrê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Topbarana artêşa dagirker heta derengiya şevê domiya.

Doh sibê jî agirkeran gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê tobparan kir.

Ev êriş rojane li ber çavê hêzên qaşo garantorin pêk tê, lê heta niha li dijî van êrişan ev hêz nebûne xwedî helwest.

Back to top button