Çeteyên Tirkî li Efrîn û Girê Spî 2 kes revandin

Li herêmên dagirkirî dewleta dagirker revandina sivîlan didomîne.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Zivingê yê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand

Li gor ajansa Hawarê çeteyên dewleta Tirk doh welatiyê bi navê “Mesûd Îsmaîl Mendo (Azad)” ê 43 salî û ji gundê Zivingê yê nevçeya Bilbilê revand.

Li gorî heman çavkaniyê, ji ber qezayeke trafîkê di navbera çeteyek û Mesûd Îsmaîl Mendo de li taxa Efrîna kevin nîqaş çêbûye, ji ber wê çeteyan Mendo cihekî nediyar de birine.

Heman rojê bûyereke revandinê li Girê Spî ya dagirkirî pêk hat.

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh girtin ser bajarokê Elî Baciliye û welatiyê bi navê Hesan Ehmed Necim El-Şewaz (30) ê ji eşîra El-Bû Cabir a Ereb ye, revand.

Çavkanî diyar kir ku Hesan Ehmed 3 salan li Tirkiyê kar dikir duh vegeriya mala xwe.

Hate gotin ku çeteyan beramberî berdana Hesan fîdye xwestine.

Back to top button