Li Nîjerê hêrsa li dijî Fransa

Ji ber vê yekê welatên Rojavayî, li pey hev alîkariya bo Nîjerê dişandin, rawestandin.
Li hemberî vê yekê bi hezaran Nîjerî bi hildana ala Rûsya, bertek nîşanî biryara welatên Rojavayî dan.
Hêrsa herî zêde jî li hemberî Fransa bû.

Di nava girseya ku bê navber dirûşmeyên li dijî Fransayê berz kirin de, hilgirtina alên Rûsyayê bal kişand.

Çalakiya li ber sefaretxaneya Fransayê ya ji bo piştgirîdayîna leşkerên derbeker pêk hat, gelek caran dengên “Em dixwazin Fransa ji vir bicihme” hatin bihîstin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, tabelaya Sefaretxaneya Fransayê ya li Nîjerê hate daxistin û kirin bin lingan.

Hat ragihandin ku li şûna tabelayê alên Rûsya û Nîjerê hatine daliqandin.

Serokomar Muhammed Bazum bi derbeya leşkerî ya ku di nava hefteyekê de hat kirin, ji desthilatdariyê hate xistin û hat girtin.

Fransa alîkariya bo Nîjerê da rawestandin

Wezareta Karê Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew “hemû alîkariya pêşkeftinê û piştgiriya budceyê” ya li Nîjerê radiwestînin.

Fransa daxwaza vegerandina pergala destûrî ya li derdora Bazum a Nîjerê kir.

Yekîtiya Afrîkayê jî heta 15 rojan dem da Nîjerê ku “nîzama destûrî” vegerîne.

YE: Em ê darbekaran nas nekin

Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew ê rayedarên ku bi darbeyê re hatine, nas nekin.

Li Nîjeryayê ne cara yekem e ku derbeyek çêdibe.

Dîroka Nîjera çol, bi xizanî û derbeyan tijî ye.

Li Nîjerê di nava 36 salan de darbeya çaran

Nîjer a koloniyeke berê ya Fransayê bû, piştî 1960’an serxwebûna xwe bi dest xist.

Lê ji wê demê ve li welat, çar derbe pêk hatin.

Darbeya yekem di sala 1974 de, ya dawî di Sibata 2010’an de çêbû.

Artêşa Nîjer piştevaniya darbekaran kir

Back to top button