Bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, baregehên Amerîka ên li Iraq û Sûrî dibin armanca êrişa balafirên bê mirov.
Amerîka û Koalîsyona Navdewletî ji van êrişan Îran weke berpirsiyar nîşan dide.
Herî dawî doh baregeha Centcom a ku li Başûr-rojavayê Sûrî bû armanca balafirên bê mirov.
Li gorî artêşa Amerîka balafirên êrişê beriya bighêjin armancê xwe hatin bêbandorkirin.
Ji ber desteka leşkerî û madî dide Îsraîlê, Îran û hevalbendên wê ji sorkirina êrişên li dijî Xezayê Amerîka berpirsiyar dibînin.
Amerîka jî ji rojên destpêkê ên şerê Hamas û Îsraîlê hişyarî dabû ku dibe navend û baregehên wan ên li Sûrî û Iraqê bibin armanca êrişa milîsên girêdayî Îranê.
Lewma navendên Amerîka û Koalîsyonê yên Iraq û Sûrî çened caran bû armanca êrişan.
Centcom: Hewldana êrişa li dijî baregehên me hat bêbanodrkirin
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê Centcom bi daxuyaniyekê ragihand ku di çaroveya rêzeêrişên li hemberî wan, doh navendeke artêşa Amerîka a Başûr-rojavayê Sûrî bû armanc.
Li gorî îdîaya fermandariyê, hewldana êrişê bi êrişa balafirên bêmirov (Kamîkazî) pêk hatin.
Centcomê ragihand ku balafirên êrişê beriya bighêjin armancê xwe hatine bêbandorkirin û got, ti ziyan li hêzên wan nebûn.
Centcomê eşkere kir ku ew ê hêzên Amerîka û Koalîsyonê li hemberî her cûre êrişan biparêzin.



