Wezîrên Karê Derve yên Azerbaycanê û Ermenistanê li Tehranê li hev civiyan.
Di civînê de Wezîrê Karê Derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê jî amade bûn.
Di Civîna Platforma Hevkariya Herêmî ya Kafkasya Başûr ku bi malavaniya Îranê hat lidarxistin de, wezîrên karê derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê li hev civiyan.
Di civînê de Wezîrên Karê Derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê jî amade bûn.
Ev hevdîtina herdû aliyan piştî ku Azarbeycanê Qerebax dagir kir, cara yekem e ku hat lidarxistin.
Îran: Amerîka û YE pirsgirêkên li herêmê gurr dikin
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan der barê hevdîtinê de daxuyanî da û got:
“Li pêşiya hemû welatên herêmê firsendeke dîrokî heye.
Şerê li Başûrê Kafkasyayê bi dawî bû, niha jî dema aştî û hevkariyê ye.”
Wezîrê Îranê diyar kir ku hebûna biyaniyan li herêmê tu pirsgirêkê çareser nake û rewşê aloztir dike.
Emîr Ebdullahiyan Amerîka û YE’yê ji pirsgirêkên heyî berpirs nîşan da û diyar kir ku herdû alî li herêmê aloziyan gurtir dikin.