Di medyayên dîjîtal de, piştgirî ji bo jinên Şengal û Efganistanê hate dayîn.
Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, kampanyaya hashtagê bi navê #Jinên Afgan û Êzidî ne bi tenê ne, ragihandibû.
Ji her çar beşên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê, parlamenter, saziyên sivîl û rêxistinên jinan bi xurt tevli kampanyayê bûn.
KJK’ê parvekirinên hin kesên ku beşdarî kampanyayê bûne weşandin.
Parvekirina bi navê Mala Êzidiyan wiha ye: “Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî zulm û çewisandinê ku li ser wan tên kirin, bibin yek.
Îbrahîm Xelîl Yildiz ev tişt li ser Twîtterê nivisî: Em piştgiriyê didin jinên têkoşer ên Şengal û Efganistanê.”
Endama Meclisa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan jî ev parve kir: “Em berxwedana jinên Şengal û Efganistanê silav kirin.”
Kampanyaya hashtagê 3’ê Tebaxê dest pê kir û dê heta 15’ê Tebaxê dewam bike.