Li Serêkaniyê ya dagirkirî ji bilî 50 kal û pîrên Kurd û 7 xiristiyanan ji ol û baweriyên cuda kes nemaye. Êzidî, Çeçen û etnîkên din jî jê hatine derxistin.
Li Serêkaniyê çete bi derxistina etnîkên cuda, guhertina demografîk pêk tîne.
Li bajêr tenê 50 kal û pîrên Kurd û 7 xiristiyan mane, ji ol û baweriyên cuda jî kes nemaye.
Pêkhateyên Êzidî, Çeçen û etnîkên din, ji bajêr hatine derxistin.
Çete li dijî kesên mayî sûcan pêk tîne û wan neçarî koçberiyê dike.