Li Efrîna dagirkirî 4 şehîdên Newrozê

Agirê Newrozê li Efrîna dagîrkirî, textê 5 salan ên dagirkeriyê dilerizîne û dibêjin “Efrîn, efrîna Kurdan e”
Êvara Newrozê, gelê Kurd li Cindirêsê, agirê cejna xwe ya neteweyî li bilin dikin.

Koma çeteyên dagirkeriya Tirk a bi navê “Ehrar El-Şerqiyê” xwe li ber şewqa agirê azadiyê nagirin û êrişî wan dikin, 4 ciwanên Kurd dikujin dibin şehîdên Newrozê.

Ferehedîn Mihemed Osman
Mihemed Ferhedîn Osman
Mihemed Mihemed Osman
Û Nezmî Mihemed Osman

dibin şehîdên Cejna Newrozê..

Lewra, gelê Kurd ê ku ev 5 sal in di bin zilmê de ye, serî hil dide û xwepêşandan pêk tîne û dibêjin “Kurd jîn dibin û namirin”

Li vir jî komên çete guleyên xwe ranawestînin û dîsa rê li ber dadana agirê Neworêz digirin, lê tevî wê jî ciwanên Kurd agir li her derê pê dixin û Newrozê bi vî rengî pêşwazî dikin.

Piştî vê zextê û ji tirsa hêrsa kurdan, dagrikerî cenzayên şehîdan radest dike û bi siloganên “Efrîn, efrîna Kurdan e” şehîdên xwe oxir dikin.

Piştî 5 salên dagirkerî û hewldanan tunekirina kurdan, di Cejna Newrozê de, dîroka gelê Kurd di rûyê dagirkerên sedsalî de, diteqe û textê wê diheje.

Lewra, di her pêvajoyekê de, tim qelenê Newrozê giyan e û li pey wê jî rêya azadiyê û xelasiya ji zilmê tê qelişandin.

Back to top button