Keştiya şer a Amerîka mûşekên ji Yemenê dihatin avêtin bêbandor kir

Ji Yemenê êrişî Îsraîlê hate kirin.
Keştiyeke şer a Amerîkayê ku li Derya Sore, 3 mûşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin xistin.
Di şerê dawiyê de, ev bû yekem hewildana Amerîka ya, ji bo parastina Îsraîlê.

Navê Yemenê jî ket nava şerê li Rojhilata Navîn ku niha Îsraîl û Hemas li Xezayê dikin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku keştiyeke şer a Amerîkayê li Derya Sor 3 mûşekên ku ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin xistin.

Di şerê dawî de ev cara yekem bû ku artêşa Amerîkî ji bo parastina Îsraîlê sîstema xwe ya parastinê kar anî.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder ji rojnamevanan re got,

Mûşekên ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatîn avêtin, ji aliyê keştiya USS Carney ve hatine xistin.

Ryder diyar kir ku vekolînên li ser cihê ku mûşekên “bi potansiyel ber bi hedefên Îsraîlê ve hatin avêtin” nehatine temamkirin.

Berpirsekî Amerîkî ku ji Associated Press re axifîû got:

Em difikirin ku armanca mûşekên ku li ser Deryaya Sor hatine xistin keştiya USS Carney be.

Berdevkê Ryder diyar kir ku di bûyerê de mirî û birîndar çênebûne.

Hûsiyan li ser beşên mezin ên Yemenê, bi taybetî jî li herêma bakur kontrol dikin.

Hûsiyên li Yemenê jî mîna Îranê di şerê li Xezayê de piştevaniya Hemasê dike.

Berdevkê Pentagonê Ryder teqez kir ku Amerîka amade ye hêza xwe yên parastinê li Rojhilata Navîn bikar bîne daku dema pêwîst be hevkarên xwe yên li herêmê biparêze.

Ryder got, ji bo pêşîgirtina li belavbûna şerê li Xezeyê yên ku ji ber êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê despê kiribû, girîng e.

Li Sûriye û Iraqê êrişî baragehên Amerîka hatin kirin

Berdevkê Pentagonê Ryder jî derbarê hewildanên êrîşên ku di rojên dawî de li dijî baregehên leşkerî yên Amerîkî li Sûriye û Iraqê kirine armanc, agahî da.

Hat ragihandin ku ji ber êrişa bi balafirên bêmirov ya li ser hêzên Amerîka yên li Sûriyê kesek bi sivikî birîndar bû.

Balafira bêmirov ya din jî li asîmanan hate xistin.

Di heman rojê de karmendekî sivîl ji ber alarma şaş ya li balafirgeha Eyn-Esed a li Iraqê kirîza dil derbas kir û mir.

Polîsê Iraqê ragihand, doh li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê êrişeke bi roketan li ser baregeheke Amerîkayê hatiye kirin.

Back to top button