Neleşkerkirina Zarokan !!

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo neleşkerkirina zarokan mekanîzmeyeke gilîkirinê ragihand..
Li gorî vê yekê, ji mafê her kesî ye li ser leşkerkirina zarokan gilî bike û çi binpêkirina di derheqê zarokan de ji aliyê kê ve be, wê were cezakirin û szaiyên leşkerî û sivîl jî garantiya vê yekê dikin..
QSD’ê û Rêveberî teqez dikin ku, ew pabendî hemû qanûnê navdewletî û peyaman li gel NY’ê têkildarî parastina zarokan de dibin.
Her wiha li gorî plansaziya xebatê, dibe ev bibe gavek ji bo avakirina komîteyeke parastina mafê zarokan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî..

Hêzên Sûriya Demokatîk û Rêveberiya Xweser li ser neleşkerkirina zarokan mekanîzmeyek ji bo gilîkirina sivîlan ava kir..

Bi belgenameyeke fermî û li gorî peymana QSD’ê û NY ya Hizêrana 2019’an ku Rêveberiya Xweser li ser îmze kiriye, “ji mafê welatî, malbat û aliyên mirovî ye ku giliyên xwe li ser leşkerkirina zarokan pêşkêş bikin.”

Di naveroka belgenameyê de tê gotin ku “Rêveberiya Xweser û QSD’ê teqez dikin ew ê pabendî qanûnên navdewletî ji bo parastina mafê zarokên bi şer bandor bûne bibin û wan pesend bidin.”

Herdû alî teqez dikin ku, “ev berspektîvên siyasî û fermanên leşkerî ji bo hemû pêkhateyên QSD’ê derbasdar in û wê bi kordîneya hemû rêveberiyên xweser di bakur û Rojhilatê Sûrî de pêk were.”

Her wiha li gorî plansaziya xebatê ya ku bi NY re hatiye îmzekirin “Ev mekanîzmeya gilîkirinê ya sivîl, derfetê dide ku çareseriyê ji bo rewşên taybet ên zarokên bi şer bandor bûne peyda bike.

Peymana îmzekirî dibêje ku “ev gav derfetê dide ku komîteyeke parastina zarokan li ser asta bakur û Rojhilatê Sûrî were avakirin.”

Di naveroka belgenamyê de, hin xalên girîng hene..

“Ev biryar ji beşdarbûna ji nava refên Asayîşê re jî derbasdar e.”

“Kesê ku gilî dike, nasnameya wî nayê eşkerekirin.”

“Armanc ji gilîkirinê ew e ku lêpirsîneke zelal û têrker di dema xwe de bê kirin.”

“Nabe tu nêzîkatiyeke çewt di derheqê kesê gilî kiriye de bê kirin û fermandariya leşkerî garantiya vê yekê dide.”

“Çi kesê mafê zarokan bin pê dike, hesab ji wan tê xwestin.”

“Eger Rêveberiya Xwser agahî girtin û gilîkirin tune be, dikare dest bi lêpirsînê bike.”

“Belgekirin û şopandina agahiyan dikeve ser milê saziyên leşkerî û sivîl.”

Ji bo bersivdayîna bi lez a giliyên sivîlan, “wê buroyên taybet werin vekirin” û li gorî mekzanîmeyeke diyarîkirî di navbera QSD’ê û Rêveberiya Xweser de, “çi pirsgirêk hebe were çareserkirin.”

Back to top button