OHD: Êrîşê dibin ser azadî û jiyana Gergerlîoglû

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê nerazîbûn nîşanî girtina Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû da û got ku betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû binpêkirina mafê hilbijartinê û hilbijêran e.
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî di serdana xwe ya ji bo Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya HDP’ê ya bang li aliyên siyasî û xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) derbarê giritina parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Navenda Giştî ya Komeleyê de îşaret bi binpêkirina mafên mirovan a di dema binçavkirina Gergerlîoglû de hate kirin.

Komeleyê diyar kir ku cezayê girtinê yê li Gergerlîoglû hatiye birîn binpêkirina azadiya îfadeyê û darziandina adil e û betalkirina wekîltiya wî binpêkirina mafê hilbijartinê û hilbijêran e.

Komeleyê got ku nêzîkatiyên bêhurmetiyê li korîdorên meclisê û li malê û binçavkirina Gergerlîoglû bi vî rengî binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) diyar kir ku di têkoşîna mafên mirovan de bi Omer Farûk Gergerlîoglû re ne.

Komeleyê bang li desthilatdariya siyasî kir ku li gorî peymanên navnetewî û destûra xwe ya bingehîn tebigere û bila alîgirên mafên mirovan li ber vê bêhiqûqiyê rabin.

Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz: Bila xelkê Başûr piştgiriyê bidin HDP’ê

Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî serdana Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya HDP’ê ya li Hewlêrê kir û derbarê zextên ser HDP’ê daxuyaniyek da.

Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku zextên Tirkiyê ne tenê dijî HDP’ê ye, lê dijî hemû gelê Kurde û bang li aliyên siyasî û xelkê Başûrê Kurdistanê jî kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

Rewşenbîr û çavdêrên siyasî yên ji Kerkûk û Silêmaniyê piştgirî da HDP’ê

Rewşenbîr û çavdêrên siyasî yên ji bajarên Kerkûk û Silêmaniyê, li dijî doza girtina HDP’ê serdana Nûnertiya HDP’ê kir û piştgiriya xwe jê re anîn ziman.

Rewşenbîran destnîşan kir ku doza li dijî HDP’ê hatiye vekirin, rewna nîne, bi vê dozê tê xwestin têkoşîn û xebata HDP’ê bê astengkirin.

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kirin ku têkoşîna HDP’ê demokratîk û rewa ye, lewma ew heta dawiyê piştgirî û destekê didin wê.

Back to top button