Li çolistana Hemayê 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li çolistana Hemayê, di encama bombebaran Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ’ê de 13 DAIŞ’î hatin kuştin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Îro balafirên şer ên Rûsyayê herêmên belavbûna DAIŞ’ê yên derdora Esriya û deverên din ên gundewarên rojhilatê Hemayê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsî duh jî, zêdetirî 70 caran êrîşî herêmên li çolistana Meyadîn a Dêrazorê û sêgoşiya Heleb, Hema û Reqayê kirin.

Li gorî çevdêriyê, Di encamê de 13 çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Hemayê hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şemê û çeteyan Tirkiyê nuqteyên hev topbaran kirin

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li deverên Sehil El-Xab yên Bakurê Hemayê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî deverên hêzên hikumetê yên li Kensefra û Sifohin yên li Başûrê Idilbê kirin armanc.

Back to top button