Li Cenevreyê bêdengiya NY hate şermezarkirin

Li Cenevreyê, Zurîhê û Frankfûrtê êrîş, dorpêç û gefên hêzên hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê (CDK) Mulkiye Bûlût axivî û diyar kir ku hewl tê dayîn ku çarenûsa gelekî bibe bi qurbana berjewendiyên malbatekê û got:

”Me berê li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê rûmet, ax û nasnameya gelê Şengalê çawa parastibe em ê cardin jî biparêzin.

Her wiha Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy jî axivî û got: “Divê gelê me timî li hemberî êrişan beşdarî çalakiyan bibe.

Kurdan li Zurîhê bang kir: Em ê berxwedana gerîla li her derê belav bikin

Kurdistaniyên li Zurîhê îro jî li ber balyozxaneya dewleta Tirk a li Zurîhê çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de Kawa Ûrmiye axivî û got:

“Li kû dibe bila bibe, em ê li dijî van êrişên pêk tên û deskeftiyên Kurdan dike hedef li ber xwe bidin.”

Her wiha çalakvana TCŞ’ê jî got: “Ev şer di şexsê Rêber Ocalan û PKK’ê de li dijî hemû gelê Kurd tê kirin.

Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Kurdistanî li ber Haûptbahnhof Frankfûrtê hatin ba hev û belavok belav kirin.

Kurdan bi cilên spî yên li ber xwe kirin, bal kişandin li ser sûcên dewleta Tirk a dagiker.

Back to top button