“Rêber Apo ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re kîlîta çareseriyê ye”

Kesayetên li Dêrazorê ku pêkhateyên gelê Ereb in, tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û gotin:
“Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û xwediyê çareserkirina dozên bigirêk serbest were berdan”

Li ser mijarê, endamê Nivîsgeha Kar û Barên Qanûnî ya rojavayê Dêrazorê Mehmûd El Şelaş diyar kir ku dewletên li dijî projeya neteweya demokratîk komployan pêk tînin bi bin ketin.

Hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Emîne El Salih bi El Şelaş wiha got:

“Dê jin bi rêya pêkanîna projeya neteweya demokratîk têkoşîna ber bi azadiyê, avakirina civakeke azad û demokrat pêk bînin”

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Mirî jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker tevahî pergalên navneteweyî bin pê dike.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê Muna El Uwêd jî diyar kir ku Rêber Apo ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re kîlîta çareseriyê ye.

Pêkhateyên Ereb: Me bi fikrê Rêber Apo de rastiya xwe dît

Back to top button