Rêveberiya Xweser a Şengalê daxwiyaniyek da

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrişê daxwiyaniyek da û got:
“Divê helwesta gelê me jî vegera ser axa Şengalê be.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê di destpêka daxwiyanê da êriş şermezar kir û got:

“Di çarçoveya pêkanîna peyîmana 9 Cotmehê de êrîşên li ser civaka Êzidî her ku diçe zêde dibe.

“Ji êrişan armanc dikin ku xelkê Şengalê venegere warê xwe”

Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK ji bo ku civaka Êzidî bê îrade bikin çi ji destê wan tê dikin.

Hikumeta Iraqê bi awayekî eşkere civaka Êzidî paşgoh dike.

Ev bê dengî tê wateya hevkariya bi van êrîşan re.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di vê demên dawiyê de gelek malbat dixwazin vegerin ser axa xwe Şingalê.

Duh wê 54 malbat bi hevra vegeriyabana ser malên xwe.

Lê ji bo veger bê asteng kirin û çavê gel bê tirsandin dewleta Tirk êrîşî Şengalê kir.

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin:

Divê helwesta gelê me jî vegera li ser axa Şengalê be.”

Lijneyek Ewlekariyê li Xanesorê êrişa dewleta Tirk lêkolîn dike

Back to top button