Şêniyên Reqa û Minbicê şehîdên azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Merasîm li Goristana Şehîdan a başûrê bajêr li dar ket.
Di serî de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Şiyar Mihemed axivî..
Şiyar Mihemed şehîdên azadiyê bi bîr anî û dûbare soza şopandina riya wan da..
Mihemed destnîşan kir ku îradeya gelên azad dê tu carî neyê têkbirin..
Di dawiya merasîmê de beşdaran berê xwe da gorên şehîdan û mûm li ser gorên wan pêxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî 45 şehîdên xwe bibîranî..
Endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Mustefa li vir axivî:
Ehmed El Mustefa soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahiya xakê ji dagirkeran da.
Merasîm bi siloganên “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana Îmralî” bi dawî bû.