Kerîm Behrî: Armanca êrişên dewleta Tirk nehiştina statûya Başûr e

Cîgirê Serokê Yekitiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Kerîm Behrî li dijî êrîşên dewleta Tirk bertek nîşan da û got:
Pêwîste Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê helwestek tûnd nîşandin.

Kerîm Behrî diyar kir ku dewleta Tirk rojane sinorên Başûrê Kurdistanê bombeparan dike û got:

“Armanca êrişên dewleta Tirk nehiştina statûya Başûr e.

Ji ber vê erka Hikûmeta Iraqê ye ku li Konseya Ewlekariya Navneteweyî giliyê Tirkiye bike.

Bi zextan pêşî li êrişên Tirkiye bigre.”

Hikûmeta Başûrê kurdistanê beramberî bombebaranên dewleta Tirk bêdengî hilbijartiye.”

Kerîm Behrî bang li gelê Başûr kir ku helwestek tûnd nîşanî êrîşan bidin.

Mesrur Barzanî biryara Dadgeha Federal, bi ‘dûrî aqil’ bi nav kir

Back to top button