Serokê hikûmeta Başûr Mesrur Barzanî biryara Dadgeha Federal bi ‘dûrî aqil’ bi nav kir.
Piştî vegera hêzên PDK’ê ya ji bo Kerkûkê ev çend rojin li bajêr çalakî hene û alozî didome.
2’ê Îlonê Kurdên Kerkûkê li taxa Rehîmawa li dijî girtina riya Kerkûk-Hewlêr daketin qadan.
Lê hêzên çekdar gule bi ser xwepêşanderan barandin.
Piştî vê, Dadgeha Bilind a Federal ya Iraqê biryar da ku baregehên Operasyonên Hevbeş ên li Kerkûkê werin valekirin .
Serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî bi peyamekê ev biryar weke ‘biryarek dûrî aqil’ bi nav kir.