PKK: Em ê xeyala şehîd Diyar Xerîb ya yekîtîya neteweyî pêk bînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê di salvegera yekemîn ya şehadeta wî de, Diyar Xerîb Mihemed (Helmet) bi bîr anî. PKK’ê diyar kir ku hevrê Helmet, xeta PKK’ê û têkoşîna bênavber û serketin di ser her tiştî re didît. PKK’ê ji bo bîranîna Diyar Xerîb soza xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê dubare kir.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera yekemîn ya Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Diyar Xerîb Mihemed (Helmet) ku di 5’ê Tîrmeha 2019’an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû daxuyaniyek weşand.

PKK’ê di destpêka daxuyaniya xwe di şexsê Ş.Diyar Xerîb de hemû şehîdên kurdistanê bibîranî û wiha behsa keseyeta Diyar Xerîb kir:

“Hevrê Helmet sekna milîtaniya herî bedew û milîtanî ku wezîfeyên şoreşê bi rengekî yekgirtî dinirxand û yekgirtî dimeşand, di kesayetiya xwe de şênber kiribû. Ji aliyekî ve weke fermandar û rêveberekî baş berpirsyarî dabû ser milê xwe, li aliyê din jî weke gerîlayekî baş şer dikir.”

PKK’ê da zanîn ku fehmkirina Rêber Apo û kûrbûna di paradîgmaya Rêbertî de kir ku hevrê Helmet xwe bigihîne rastiya Rêbertî û vê rastiyê pêk bîne û got;

PKK: Hevrê helmet bû yek ji avakarên modernîteya demokratîk

” Di her kêliyê de jiyana bi felsefeya Rêbertî ji xwe re kir esas, lewma bû yek ji wan hevrêyan ku bi Rêbertî re meşiya. Bû yek ji avakar, lêgerîner û afirînerê modernîteya demokratîk.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Helmet, xeta PKK’ê û karên şoreşê yên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê, li gorî dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna bênavber û serketin di ser her tiştî re didît û wiha dewam kir;

“Hevrê Helmet baweriya bi îradeya şoreşê û hêza gelê Başûrê Kurdistanê bi îdîayeke mezin nû kir û xist meriyetê. Ji bo ruhê Raperînê bi ser bixîne û yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurdistanê pêk bîne bi daxwazeke mezin kar kir.”

PKK’ê bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê jî wiha got;

“Niha li Kurdistanê têkoşîneke mezin a azadiyê tê meşandin û dîroka azadiyê ji nû ve tê nivîsandin. Dijminên gelê Kurd îro li Bradostê, Asosê, Şêladizê, Şarbajar, Heftanînê êrişên xwe didomînin. Helwesta herî xurt a li dijî xeta xiyanet û hevkariyê ew e ku divê gelê me taybet jî ciwan di pêşengtiya hevrê Helmet de têkoşîna xwe mezintir bikin”

Back to top button