Delegasyona li dijî tecrîdê dê 27 Adarê rapora xwe eşkere bike

Delegasyona li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku li welêt lêkolîn kir, wê rapora xwe 27’ê Adarê eşkere bike.

Delegasyona Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî têkildarî tecrîdê 24-29’ê Çileyê li Amed û Stenbolê hevdîtin bi partiyên siyasî, baro û saziyên sivîl ên civakî re kir.

Delegasyonê rapora ku amade kir wê bi rêya çapemeniyê eşkere bike.

Di metne bangkirinê de îşaret bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan hat kirin û wiha hat gotin:

“Pergala Îmraliyê ne mirovî ye”

“Abdullah Ocalan, bi cezayê girankirî yê girtîgehê hatiye cezakirin.

Ji 16’ê Sibata sala 1999’an ta bi niha li girtîgeha girava Îmraliyê tê ragirtin.

Komiteya pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya meha Tebaxê ya sala 2020’an de vekolîna şertên li Girtîgeha F ya li Girava Îmraliyê kir.

Komiteyê diyar kir ku şertên girtinê yên Ocalan der mirovî ne.

25’ê Adarê, wê bibin 2 sal ku hevdîtin bi Rêzdar Ocalan re ne-hatiye kirin

Delegasyona Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî, wê 27’ê Adarê saet 11’an Civîna çapemeniyê ya li ser Zoomê pêk bîne û rapora xwe ya têkildarê serdana ya dawîn a Tirkiyê eşkere bike.

Back to top button