Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 262 kesên din bi vîrûsa coranayê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Koronayê ketine 164 mêr û 98 jin in.
Dr.Ciwan diyar kir jinek ji Qamişlo û mêrek ji Kobanê jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî baş bûne.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 hezar û 18 kes bi koronayê ketine, 842 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 66 kes baş bûne.