Şaneya ku teqîn û kuştin li Şedadê pêk tanî hate girtin

Hêzên Asayîşa Hesekê şaneyeke çete girt, ku ji bûyerên kuştin û teqînên li Şedadê berpirsyar e.

Hêzên Asayîşa Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan 3 kes ku li gundewarê Şedadê bûyerên kuştinê dikirin, girtin.

Asayîşê da zanîn ku hêzên wan ev operasyon di 30 Hezîranê de pêk aniye.

Çeteyên ku hatine girtin, rasterast têkiliya wan bi çeteyên Tirkiyê re heye.

Yek ji van çeteyên hatine girtin jî, serçeteyekî DAIŞ’ê ye.

Hêzên Asayîşê diyar kir jî ku “endamekî şaneyê ku bombe li xwe pêçandibû û çeka sivîk û navîn pê re hebû, dema hewl dida bireve, bi guleyekê birîndar bû”.

Back to top button