James Jeffrey: Divê biryara girtina deriyê Bakurê Sûrî were nûkirin

Nûnerê Amerîkî yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku divê biryara 1504’an a girêdayî vekirina deriyên sînor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, were nûkirin.

Jeffrey di kongreyeke çapemeniyê de ku bi rêya telefonê pêk anîbû, diyar kir ku şandeyên beşdarî kongreya Brukselê ya girêdayî alîkariya mirovahî ji bo Sûriye bûne, teqez kirin ku pêwîst e biryara bi hejmara 1504 were nûkirin.

Jeffrey her wiha anî ziman ku eger ev yek pêk nehat, wê kareseteke mirovî çêbibe.

Back to top button