Ebrû Gûnay: Em ê ji îro heya 25’ê Tîrmehê li 8 bajaran civînên gel li dar bixin

Ebrû Gunay ragihand ku ew ê ji îro heya 25’ê Tîrmehê li 8 bajaran civînên gel lidarbixin û ji bo beşdariyê bang kir.
Têkildarî tecrîdê jî Ebrû diyar kir ku ji bo pêşxistina polîtîkayên çareserkirin, divê dawî li tecrîdê bêanîn.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ebrû Gunay derbarê civînên gel ku dê di çarçoveya xebatên jinûvesazkirinê yên partiyê de bên kirin û tecrîdê nirxandin kir.

Ebrû diyar kir ku partiyên wan piştî hilbijartinê ji bo guherînê dest bi civînên nirxandinê kirine û wiha got:

Me di du hefteyên borî de ev yek bi rêxistinên xwe yên baja rû navçeyan re nîqaş kir.

Niha em asta duyem a vê pêngava guherîn, nûkirin û rêxistinkirinê pêk tînin.

Em ê ji îro heya 25’ê Tîrmehê li 8 bajaran van nîqaşan bi civînên berfireh ên gel re bimeşînin.

Ebrû Gunay ragihand ku civînên wan ên gel ji bo her kesî vekirî ne û ji bo beşdariya li civînan bang kir.

Paşê Hevberdevka HDP’ê bal kişande ser bal kişand ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û bandora wê ya li ser krîzên li Tirkiyê.

Ebrû Gûnay: Ji bo pêşxistina polîtîkayên çareserkirinê, divê dawî li tecrîdê bêanîn

Ebrû diyar kir ji bo ev rûxandin û krîz neyên nîqaşkirin zext û êriş tên kûrkirin ev tişt anî ziman:

Mesela tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku tevahiya civakê eleqedar dike, êdî li ser hemû civakê tê pêkanîn.

Rojnamevan Merdan Yanardag ji ber ku li ser tecrîdê axivî û rexnekir, ji aliyê daraza desthilatê ve hat girtin.

Her kes baş dizane ku ne nîqaşkirina li ser tecrîdê, pêkanîna tecrîdê sûc e.

Raya demeokratîk baş dizane ku sedema sereke ya israrkirina di tecrîdê de, israrkirina di neçareserkirinê de ye.

Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay di dawiyê de bang kir ku ji bo pêşxistina polîtîkayên çareserkirin, demildest divê dawî li tecrîdê bêanîn.

Swarî Xidir: Em ê dest bi çalakiyan bikin

Back to top button