Dewleta Tirk li nêzî bajarê Sêrtê kom dibe

Dewleta Tirk ku gefa êrîşê li artêşa Niştimanî ya Lîbyayê xwaribû, êdî xwe li derdora bajarê Sêrtê bi cih dike.. 

Îro vê sibehê dezgehên ragihandinê ragihand ku dronên Tirkî wêneyên gelek deverên nêzî bajarê Sêrt kişandine û hejmarek endezyarên leşkerî yên dewleta Tirk li derdora deverê bi cih bûye.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku Misir jî xeteke hevpeywendîyê ya rasterast bi artêşa Niştimanî û parlamena Lîbî re girêda, da hemû pêşketinên nû bişopîne..

Duh jî, Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî teqez kiribû ku di nava saetên bê de wê şerekî herî mezin li derdora Sêrt û Cefrayê rû bide.

Mismarî da zanîn jî ku tevgereke zêde ya çeteyên dewleta Tirk li derdora herdu bajaran heye.

Ji aliyê xwe ve, ji fermandarên artêşê Xalid Mehcûb ragihand ku êdî Misir dikare destwerdanê li Lîbyayê bike.

Ev yek jî piştî axaftina berdevkê kom û çeteyên Wîfaqê ya Ixwanî hat, ku diyar kir ew ê dest ji herdu bajaran bernedin û êdî dem dema petrolê desteser bikin.

Back to top button